20.7.19

Cinavên kesîn - kesane - di kurmancî de

Cinavên kesîn

Danasîn:
Cinav, peyvin ji bo ku nav di hevokê de pir netên dubare kirin an jî ew nav neyên gotin tên nivîsandin û cihê wan digrin.
Wek nimûne:
Azêd name nivîsand.
Di vê hevokê de du nav hene, yek Azad e û yek jî name ye.
Li şûna wan her du navan em kanin peyvin din binivîsin, ji wan Peyvan re cinavên kesîn- kesane- tê gotin, hevok bi vî şêweyî çê dibe:
1- Wî name nivîsand.
2- Azêd ew nivîsand
3- Wî ew nivîsand.
Peyvên: Wî, ew di hevokên jorin de cinavên kesan jê re tê gotin.
Cureyên cinavên kesane.
A- cinavên kesane yên xwerû - sade -
B- cinavên kesane yên tewandî- çemandî.
a- cinavên kesane yên xwerû:
Ev cure ji cinavên kesane yên xwerû şeş in, sisê jê yekjimar in ew jî ev in: 
Ez
Tu
Ew
Û sisê jî geljimar- pirjimar- in ew jî ev in:
Em
Hûn
Ew.
Cinavên xwerû bi lêkera " bûn"ê re van qertafan werdigirin:
1- Eger bêje bi tîpeke dengdar bi dawî bibe, cinav van qertafan distînin:
Ez....im
Tu...î
Ew...e
Em, hûn û ew in.
b- Lê eger bêje bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe, ew van qertafan werdigirin:
Ez ....me
Tu...yî
Ew....ye
Em, hûn û ew ne.
Çend nimûne:
1- dema bêje bi tîpeke dengdar bi dawî  bibe:
Ez kurd im
Tu kurd î
Ew kurd e
Em,hûn û ew kurd in
Ez hunermend im
Tu hunermend î
Ew hunermend e
Em, hûn û ew hunermend in
2- dema bêje bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe:
Ez mamoste me
Tu mamoste yî
Ew mamoste ye
Em hûn û ew mamoste ne.
Têbîn: wek di hevokên jorîn de xuya dike qertafên kesan cuda- dûrî navan- hatine nivîsandin.
Lê bi lêkeran re qertafên kesan bi lêkerê ve tên nivîsandin.
Wek nimûne:
Ez çîrokekê dixwînim.
Tu çîrokekê dixwînî.
Ew çîrokekê dixwîne.
Em, hûn û ew çîrokekê dixwînim.
Li jor di peyva- lêkera- xwendinê de qertafên kesan ( im, î, e, in) bi lêkerê ve hatine nivîsandin.
b- Cinavên kesane yên tewandî:
Ew jî ev in:
Min
Te
Wê/ ji bo mê
Wî/ ji bo nêr 
Me
We
Wan
Min, te, wê- wî yekjimar in.
Me, we û wan pirjimar- geljimar- in.
Çend nimûne li ser cinavên kesane yên tewandî:
Bavê min mamoste ye.
Birayê min karmend e.
Hêvar hevala te ye?
Pirtûka te li kû ye?
Diya Hêvarê çû bajêr.
Diya wê çû bajêr.
Bavê Şivên cotkar e.
Bavê wî cotkar e.
Welatê me dagîrkirî ye.
Mala me li navendan gund e.
Gundê we mezin e.
Di baxçê wan de gelek cure ji dar û beran hene.
Dengê wan hunermendan pir xweş e.
......
Bi hêvî me ku wane li gor dilê we be.
Ta waneyeke din bimînin di xweşiyê de.
Osnabrück, 19.07.2019



 

zimanê me hebûna me ye

Her neteweyek bi zimanê xwe heye û pê nasîn, em li zimanê xwe xwedî derkevin, pê biaxivin, binivîsînin û pê bixwînin . Ziman hebûn e.