11.5.20

Tîpa"û" yê di alfebeya kurdî de.

Elfebeya kurdî 
Zimanzan û zimanasên her zimanekî, elfebeya xwe li gorî fonêtîka, zimanê xwe damezrandine û ji her tîpekê re dengek an jî fonêtîkek danîne û nimandine, zimanê kurdî jî yek ji wan zimanan ne, ango ji bo her  dengekî tîpek nimandine, jiber vê yekê divê her tîpek cihê xwe di elfebeyê de bigire û bi rola xwe rabe, lê hin caran û ji aliyê hin nivîskar û nivîsvanên kurd, li şûna tîpekê , tîpek din bikar tînin û mafê wê tîpê tê xwarin, eger ev kar û kiryar bi vî şêweyî bidome , ew tîp bi demê re ewê ji elfebeya kurdî qels û lawaz bibe, ne dûr e jî ku ew wenda bibe.
Ji ew tîpên ku destdirêjî lê tê kirin jî , tîpa “ û” ye , ev tîp di gelek peyvên kurdî de cihê xwe girtiye û wan Peyvan dinimûne, wek nimûne peyvên :
Dûr , kûr ( kesê ku bi çavan nabîne , an cihê kûr, wek : geliyekî kûr , kortek kûr….hwd) tûr, tûj, şûr hûr pûş qembûr , kût, kûz, dûz …. .hwd.
Lê mixabin li şûna tîpa “ û” yê pirî caran tîpa “ o” tê nivîsandin , ango dor , kor, tor , toj, şor, hor, poş, qembor, kot, koz, doz  li dêvla dûr û kûr tûr, tûj, şor û hûr, pûş, qembûr, kût, kûz, dûz tê nivîsandin.
Jiber guhertina van her du tîpan bi hev , pir can weteya peyvê ji binî ve tê guhertin.
Bi nêrîna min û li gor elfebeya kurmancî û dengsaziya elfebeyê ne rast û durist e, jiber ku bilêvkirina vê tîpê ji bilêvkirina tîpa “o” cuda ye û divê ew tîp neyê piştguhkirin û destdirêjî lê neyên kirin.
Ev tîp “ û” ne tenê di zimanê kurdî de heye û ji tîpên din ciwaz e, ew di gelek zimanên din de jî heye wek zimanê Firensî , Almanî, Turkî de jî heye û bi şêweyekî beloq û eşkere bi delamet û karê xwe radibe.
Wek nimûne 
1- Di zimanê Firansî de tîpa “ u” ya  di van Peyvan de “ la lune” bi kurdî heyv, “une” yek jibo mêyîtiyekê û nenas , “salut” bi kurdî silav, “le mur” ango dîwar bi kurdî ...uhw.,  ev tîp “ u” beramberî tîpa “ û “ yê ya kurdî ye .
2- Di zimanê Almanî de jî tîpa “ ü” yê ya  di van bêjeyan de : für , über , Übersetzung, wünschen, würden, mündliche Prüfung ….hwd,  ew tîp “ ü” beramberî tîpa” û” yê ya kurdî ye.
3- Di zimanê Tirkî de ew tîp bi şêweyekî berfireh tê bikaranîn, wek tîpa “ ü” yê ya di van bêjeyan de: Üzim( tirî) , yürüyüse çikalim ( em herin , bimeşin) , özür , üzme ….hwd ev tîpa” ü” beramberî tîpa “û” yê ya kurmancî ye tê bikaranîn .
Ticarî! Ne Alman , ne Firansî û ne jî  Turk tîpên “ o ‘ u, ö “ Li şûn tîpa “ ü” yê ya Almanî anjî li şûn tîpa “ u” yê ya Firansî anjî li şûn tîpa “ ü” yê ya Tirkî bikarnaînin .
Li dawiyê hêviya min ji nivîskar û nivîsvanên me heye ku ew jî ticarî tîpekê ji tîpên elfebeya kurdî li şûn tîpeke din bikarneînin û wê tîpê bi demê re lawaz û wenda nekin.
…………..
Osnabrück , 30.03.2020z
30.03.2632k

Zimanê kurdî hebûna me ye.

ZIMANÊ KURDÎ

Zimanê kurdî

Zimanê me ye

Ew hebûnû

Nebûna me ye

Eger ew hebe

Em jî tev hene

Eger tune be

Em jî tune ne

.....................

Werin werin werin

Em tev bixwînin

Werin werin werin

Em tev fêr bibin

 

Zimanê kurdî

Zimanê kurdî

Xweş û şîrîn e

Li cihanê wek wî

Ticar qet nîne

Di dest me de ye

Pênûs û lênûs

Zimanê kurdî

Em dinivsînin

Werin werin werin

Em tev bixwînin

Werin werin werin

Em tev fêr bibin

 

Zimanê kurdî

Zimanê kurdî

Li bîra me ye

Biçûk û mezin

Em wî dixwînin

Her dem û her çax

Ew ligel me ye

Her dem û her çax

Li bîra me ye

Werin werin werin

Em tev bixwînin

Werin werin werin

Em tev fêr bibin

 

Zimanê kurdî

 

Zimanê kurdî

serbilindî ye

Zimanê kurdî

Rûmeta me ye

Werin werin, werin

Em tev bixwînin

Werin werin, werin

Em tev fêr bibin

Zimanê kurdî.

  Mistefa Hannan

Almanya - 11.05.2020

 


22.4.20

pîsî di bin berfê de nayê veşartin.

Ji roja 18.03.2018an de, roja gagîrkirina Efrînê ji aliyê rijîma Tirkiyê ya nijadperest û alîgirên wê ji çeteyên xwînî û tundrew ve û pitşî wê jî dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê û berî wê jî talankirin û wêrankirina Kobaniya berxwedêr.
Ji wan rojande, bi hezaran kes hatine girtin, bi sedan hatine windakirin, bi dehan kes canê xwe di bin îşkenceyê de ji dest dane, bi Miliyonan pere bi destê zorê ji xelkê hetine birin, zevî û berhemên xelkê bi gevûguran dest danîne ser û ji wan standine, kelûpelên xelkê ji binî de hatine talankirin û rêşkirin.
Bi sedan wêne û belgeyên tomarkirî ji aliyê pir rêxistin û kesan ve hatine weşandin û belavkirin.
Lê mixabin!
Hîn pir kes li ser navgîniyên ragihandinê derdikevin û bi tijiya devê xwe û zimandirêjiyê dikin û dibêjin, ku# Veyrûsa Kironayê# dest û lingên wan girêdayî, ji ber wê ew nikanin derbasî wan dever û herêman bibin û wan bûyer û destdirêjiyan tekez û piştrast bikin!
Hîn bi ser de jî dibêjin: Ku ew nûçe û belgeyên ji alî hin kes û rêxistinan de tên weşandin û belavkirin ne cihê baweriyê ne!
Ma gelo! Berî derketina Koronayê, we rojekê bûyerek an jî destdirêjiyek şermezar û pirotesto kir!!!
We xwe rojekê hilgirt û hûn çûn wan dever û herêman û we ew karên hov û nemirovane şopandin û belge kirin!!!
We rojekê wêrîbû ji rijîma Tirkiyê yan ji hevalbendên wê, ji çeteyên hov û tundrew û hevalbendên xwe ji Îetîlafa Sûriyê re, we wêrîbû bigota, ku ev karên hûn dikin, ne karine mirovane ne!
Digel ku bi hezaran wêneyên destdirêjkirinê û binpêkirina mafê mirovan bi destên kes û rêxistinên ku xwe xistine metirsiyê hatine belavkirin û weşandin.
Hîn jî hûn derdikevin û dibêjin ku ev bûyer û nûçe ne belgekirî û cihê baweriyê ne!
Ma gelo! Kî kane di vên rewşên metrisîdar de, kî kane bê tirs û serbest wêne û nûçeyan biweşne û belav bike! Ma kes kane di eyarî xwe de bilive!
Rast e ji berê de gotine:
Eger yek fedî neke, çi kir dê bike.
::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::.
Ji ber dirêjkirinê, ez lêborînê ji we dixwazim.

Fêrbûna zimanê kurdî

zimanê me hebûna me ye

Her neteweyek bi zimanê xwe heye û pê nasîn, em li zimanê xwe xwedî derkevin, pê biaxivin, binivîsînin û pê bixwînin . Ziman hebûn e.