ZIMANÊ KURDÎ
Zimanê kurdî
Zimanê me ye
Ew hebûnû
Nebûna me ye
Eger ew hebe
Em jî tev hene
Eger tune be
Em jî
tune ne
.....................
Werin werin
werin
Em tev
bixwînin
Werin
werin werin
Em tev fêr bibin
Zimanê
kurdî
Zimanê kurdî
Xweş û şîrîn e
Li cihanê wek wî
Ticar qet nîne
Di dest me de ye
Pênûs û lênûs
Zimanê kurdî
Em dinivsînin
Werin werin
werin
Em tev
bixwînin
Werin
werin werin
Em tev
fêr bibin
Zimanê
kurdî
Zimanê kurdî
Li bîra me ye
Biçûk û mezin
Em wî dixwînin
Her dem û her çax
Ew ligel me ye
Her dem û her çax
Li bîra me ye
Werin werin
werin
Em tev
bixwînin
Werin
werin werin
Em tev
fêr bibin
Zimanê
kurdî
Zimanê kurdî
serbilindî ye
Zimanê kurdî
Rûmeta me ye
Werin werin, werin
Em tev bixwînin
Werin werin, werin
Em tev fêr bibin
Zimanê kurdî.
Mistefa Hannan
Almanya - 11.05.2020
Em li ziman û hebûna xwe xwedî biderkevin .
ردحذفbi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û pê binivîsînin.