Elfebeya kurdî
Zimanzan û zimanasên her zimanekî, elfebeya xwe li gorî fonêtîka, zimanê
xwe damezrandine û ji her tîpekê re dengek an jî fonêtîkek danîne û
nimandine, zimanê kurdî jî yek ji wan zimanan ne, ango ji bo her
dengekî tîpek nimandine, jiber vê yekê divê her tîpek cihê xwe di elfebeyê
de bigire û bi rola xwe rabe, lê hin caran û ji aliyê hin nivîskar û
nivîsvanên kurd, li şûna tîpekê , tîpek din bikar tînin û mafê wê tîpê tê
xwarin, eger ev kar û kiryar bi vî şêweyî bidome , ew tîp bi demê re ewê ji
elfebeya kurdî qels û lawaz bibe, ne dûr e jî ku ew wenda bibe.
Ji ew tîpên ku destdirêjî lê tê kirin jî , tîpa “ û” ye , ev tîp di gelek
peyvên kurdî de cihê xwe girtiye û wan Peyvan dinimûne, wek nimûne peyvên
:
Dûr , kûr ( kesê ku bi çavan nabîne , an cihê kûr, wek : geliyekî kûr ,
kortek kûr….hwd) tûr, tûj, şûr hûr pûş qembûr , kût, kûz, dûz …. .hwd.
Lê mixabin li şûna tîpa “ û” yê pirî caran tîpa “ o” tê nivîsandin , ango
dor , kor, tor , toj, şor, hor, poş, qembor, kot, koz, doz li dêvla
dûr û kûr tûr, tûj, şor û hûr, pûş, qembûr, kût, kûz, dûz tê
nivîsandin.
Jiber guhertina van her du tîpan bi hev , pir can weteya peyvê ji binî ve
tê guhertin.
Bi nêrîna min û li gor elfebeya kurmancî û dengsaziya elfebeyê ne rast û
durist e, jiber ku bilêvkirina vê tîpê ji bilêvkirina tîpa “o” cuda ye û
divê ew tîp neyê piştguhkirin û destdirêjî lê neyên kirin.
Ev tîp “ û” ne tenê di zimanê kurdî de heye û ji tîpên din ciwaz e, ew di
gelek zimanên din de jî heye wek zimanê Firensî , Almanî, Turkî de jî heye û
bi şêweyekî beloq û eşkere bi delamet û karê xwe radibe.
Wek nimûne
1- Di zimanê Firansî de tîpa “ u” ya di van Peyvan de “ la lune” bi
kurdî heyv, “une” yek jibo mêyîtiyekê û nenas , “salut” bi kurdî silav, “le
mur” ango dîwar bi kurdî ...uhw., ev tîp “ u” beramberî tîpa “ û “ yê
ya kurdî ye .
2- Di zimanê Almanî de jî tîpa “ ü” yê ya di van bêjeyan de : für ,
über , Übersetzung, wünschen, würden, mündliche Prüfung ….hwd, ew tîp
“ ü” beramberî tîpa” û” yê ya kurdî ye.
3- Di zimanê Tirkî de ew tîp bi şêweyekî berfireh tê bikaranîn, wek tîpa “
ü” yê ya di van bêjeyan de: Üzim( tirî) , yürüyüse çikalim ( em herin ,
bimeşin) , özür , üzme ….hwd ev tîpa” ü” beramberî tîpa “û” yê ya kurmancî
ye tê bikaranîn .
Ticarî! Ne Alman , ne Firansî û ne jî Turk tîpên “ o ‘ u, ö “ Li şûn
tîpa “ ü” yê ya Almanî anjî li şûn tîpa “ u” yê ya Firansî anjî li şûn tîpa
“ ü” yê ya Tirkî bikarnaînin .
Li dawiyê hêviya min ji nivîskar û nivîsvanên me heye ku ew jî ticarî
tîpekê ji tîpên elfebeya kurdî li şûn tîpeke din bikarneînin û wê tîpê bi
demê re lawaz û wenda nekin.
…………..
Osnabrück , 30.03.2020z
30.03.2632k
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق