Çima 21ê Sibatê ?
Wek tê zanîn dewleta Bangiladiş ji aliyê dewleta Bakistanê ve heya sala 1971an hatibû dagîrkirin.
Digel ku Bengladişî bi zimanê xwe diaxivîn û ew di karûbarên xwe yên rojane de bi kar dianîn ,lê zimanê wan ê fermî zimanê bakistanî (Ordî) bû.
Di roja 21ê Sibatê sala 1952an xwendekarên bengiladişî xwepêşandanek li dar xistin bo fermîkirina zimanê bengladişî digel zimanê bakistanî, lê mixabin deslatên bakistanî bi şêweyekî hovan e li hember xwepêşandanan rawestîn û tiving bi wan re bikaranîn û (11) yazde kes ji xwepêşandana kuştin.
Digel wê kuştina wan nebû asteng û sedemek bo rawestandina xwepêşandanê Çalakiyên xwe , wan çalakiyên xwe berdewam kirin taku deslata bakistanê neçar bû ku zimanê bengiladişî mikur bibe û wî li rex zimanê bakistanê bipejrîne û bike zimanê fermî.
Li 17 .11.1999an Rêxistina Unesco yê ya çand û hunerê ev roja wek Roja cîhanî ya zimanên zikmakî (dayîkê) binavkir û her sal hemû miletên cîhanê vê boneyê di 21ê Sibatê de bi bîr tînin.
:::::::::::::::::
Daxwaza min di vê rojê de ji gelê me ,ji keç û xortên me ,ji dayîk û bavên me ,daxwaza min ew e ku em li zimanê xwe xwedî biderkevin û evîna wî di dilê zarokên xwe de biçînin û bi wan bidin hezkirin daku wî digel zimanên din di jiyana xwe de di axavtin, nivîsandin û xwendinê de bikarbînin.
Zimanê me ne wek hinek dibêjin ku ew jar û lawaz e! Zimanê me zor xweşik,şîrîn û delemend e.
Ew zimanê Xanî ,Melayê Cezîrî, Feqê Teyran, Cegerxwîn ,Osman Sebrî ...... hwd.
Ew zimanê helbest , çîrok roman û pend û şîreta ye.
Eger bi rastî em ji welatê xwe hez dikin divê em ji zimanê xwe hezkin.
Eger em dixwazin xwe ji wendabûnê biparêzin divê em zimanê xwe biparêzin.
ZIMANÊ ME HEBÛN Û NASNAMA ME YE.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق