11.5.20

Tîpa"û" yê di alfebeya kurdî de.

Elfebeya kurdî 
Zimanzan û zimanasên her zimanekî, elfebeya xwe li gorî fonêtîka, zimanê xwe damezrandine û ji her tîpekê re dengek an jî fonêtîkek danîne û nimandine, zimanê kurdî jî yek ji wan zimanan ne, ango ji bo her  dengekî tîpek nimandine, jiber vê yekê divê her tîpek cihê xwe di elfebeyê de bigire û bi rola xwe rabe, lê hin caran û ji aliyê hin nivîskar û nivîsvanên kurd, li şûna tîpekê , tîpek din bikar tînin û mafê wê tîpê tê xwarin, eger ev kar û kiryar bi vî şêweyî bidome , ew tîp bi demê re ewê ji elfebeya kurdî qels û lawaz bibe, ne dûr e jî ku ew wenda bibe.
Ji ew tîpên ku destdirêjî lê tê kirin jî , tîpa “ û” ye , ev tîp di gelek peyvên kurdî de cihê xwe girtiye û wan Peyvan dinimûne, wek nimûne peyvên :
Dûr , kûr ( kesê ku bi çavan nabîne , an cihê kûr, wek : geliyekî kûr , kortek kûr….hwd) tûr, tûj, şûr hûr pûş qembûr , kût, kûz, dûz …. .hwd.
Lê mixabin li şûna tîpa “ û” yê pirî caran tîpa “ o” tê nivîsandin , ango dor , kor, tor , toj, şor, hor, poş, qembor, kot, koz, doz  li dêvla dûr û kûr tûr, tûj, şor û hûr, pûş, qembûr, kût, kûz, dûz tê nivîsandin.
Jiber guhertina van her du tîpan bi hev , pir can weteya peyvê ji binî ve tê guhertin.
Bi nêrîna min û li gor elfebeya kurmancî û dengsaziya elfebeyê ne rast û durist e, jiber ku bilêvkirina vê tîpê ji bilêvkirina tîpa “o” cuda ye û divê ew tîp neyê piştguhkirin û destdirêjî lê neyên kirin.
Ev tîp “ û” ne tenê di zimanê kurdî de heye û ji tîpên din ciwaz e, ew di gelek zimanên din de jî heye wek zimanê Firensî , Almanî, Turkî de jî heye û bi şêweyekî beloq û eşkere bi delamet û karê xwe radibe.
Wek nimûne 
1- Di zimanê Firansî de tîpa “ u” ya  di van Peyvan de “ la lune” bi kurdî heyv, “une” yek jibo mêyîtiyekê û nenas , “salut” bi kurdî silav, “le mur” ango dîwar bi kurdî ...uhw.,  ev tîp “ u” beramberî tîpa “ û “ yê ya kurdî ye .
2- Di zimanê Almanî de jî tîpa “ ü” yê ya  di van bêjeyan de : für , über , Übersetzung, wünschen, würden, mündliche Prüfung ….hwd,  ew tîp “ ü” beramberî tîpa” û” yê ya kurdî ye.
3- Di zimanê Tirkî de ew tîp bi şêweyekî berfireh tê bikaranîn, wek tîpa “ ü” yê ya di van bêjeyan de: Üzim( tirî) , yürüyüse çikalim ( em herin , bimeşin) , özür , üzme ….hwd ev tîpa” ü” beramberî tîpa “û” yê ya kurmancî ye tê bikaranîn .
Ticarî! Ne Alman , ne Firansî û ne jî  Turk tîpên “ o ‘ u, ö “ Li şûn tîpa “ ü” yê ya Almanî anjî li şûn tîpa “ u” yê ya Firansî anjî li şûn tîpa “ ü” yê ya Tirkî bikarnaînin .
Li dawiyê hêviya min ji nivîskar û nivîsvanên me heye ku ew jî ticarî tîpekê ji tîpên elfebeya kurdî li şûn tîpeke din bikarneînin û wê tîpê bi demê re lawaz û wenda nekin.
…………..
Osnabrück , 30.03.2020z
30.03.2632k

Zimanê kurdî hebûna me ye.

ZIMANÊ KURDÎ

Zimanê kurdî

Zimanê me ye

Ew hebûnû

Nebûna me ye

Eger ew hebe

Em jî tev hene

Eger tune be

Em jî tune ne

.....................

Werin werin werin

Em tev bixwînin

Werin werin werin

Em tev fêr bibin

 

Zimanê kurdî

Zimanê kurdî

Xweş û şîrîn e

Li cihanê wek wî

Ticar qet nîne

Di dest me de ye

Pênûs û lênûs

Zimanê kurdî

Em dinivsînin

Werin werin werin

Em tev bixwînin

Werin werin werin

Em tev fêr bibin

 

Zimanê kurdî

Zimanê kurdî

Li bîra me ye

Biçûk û mezin

Em wî dixwînin

Her dem û her çax

Ew ligel me ye

Her dem û her çax

Li bîra me ye

Werin werin werin

Em tev bixwînin

Werin werin werin

Em tev fêr bibin

 

Zimanê kurdî

 

Zimanê kurdî

serbilindî ye

Zimanê kurdî

Rûmeta me ye

Werin werin, werin

Em tev bixwînin

Werin werin, werin

Em tev fêr bibin

Zimanê kurdî.

  Mistefa Hannan

Almanya - 11.05.2020

 


22.4.20

pîsî di bin berfê de nayê veşartin.

Ji roja 18.03.2018an de, roja gagîrkirina Efrînê ji aliyê rijîma Tirkiyê ya nijadperest û alîgirên wê ji çeteyên xwînî û tundrew ve û pitşî wê jî dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê û berî wê jî talankirin û wêrankirina Kobaniya berxwedêr.
Ji wan rojande, bi hezaran kes hatine girtin, bi sedan hatine windakirin, bi dehan kes canê xwe di bin îşkenceyê de ji dest dane, bi Miliyonan pere bi destê zorê ji xelkê hetine birin, zevî û berhemên xelkê bi gevûguran dest danîne ser û ji wan standine, kelûpelên xelkê ji binî de hatine talankirin û rêşkirin.
Bi sedan wêne û belgeyên tomarkirî ji aliyê pir rêxistin û kesan ve hatine weşandin û belavkirin.
Lê mixabin!
Hîn pir kes li ser navgîniyên ragihandinê derdikevin û bi tijiya devê xwe û zimandirêjiyê dikin û dibêjin, ku# Veyrûsa Kironayê# dest û lingên wan girêdayî, ji ber wê ew nikanin derbasî wan dever û herêman bibin û wan bûyer û destdirêjiyan tekez û piştrast bikin!
Hîn bi ser de jî dibêjin: Ku ew nûçe û belgeyên ji alî hin kes û rêxistinan de tên weşandin û belavkirin ne cihê baweriyê ne!
Ma gelo! Berî derketina Koronayê, we rojekê bûyerek an jî destdirêjiyek şermezar û pirotesto kir!!!
We xwe rojekê hilgirt û hûn çûn wan dever û herêman û we ew karên hov û nemirovane şopandin û belge kirin!!!
We rojekê wêrîbû ji rijîma Tirkiyê yan ji hevalbendên wê, ji çeteyên hov û tundrew û hevalbendên xwe ji Îetîlafa Sûriyê re, we wêrîbû bigota, ku ev karên hûn dikin, ne karine mirovane ne!
Digel ku bi hezaran wêneyên destdirêjkirinê û binpêkirina mafê mirovan bi destên kes û rêxistinên ku xwe xistine metirsiyê hatine belavkirin û weşandin.
Hîn jî hûn derdikevin û dibêjin ku ev bûyer û nûçe ne belgekirî û cihê baweriyê ne!
Ma gelo! Kî kane di vên rewşên metrisîdar de, kî kane bê tirs û serbest wêne û nûçeyan biweşne û belav bike! Ma kes kane di eyarî xwe de bilive!
Rast e ji berê de gotine:
Eger yek fedî neke, çi kir dê bike.
::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::.
Ji ber dirêjkirinê, ez lêborînê ji we dixwazim.

Fêrbûna zimanê kurdî

22.3.20

Kesandina lêkera nivîsandin

تصريف الفعل" كتب" 📚 في الزمن الماضي ، الحاضر ، المستقبل .

Kesandina lêkera "Nivîsandin "die dema "borî, niha û wê bê "de.
......................
A- dema borî :
آ- الزمن الماضي 
Min nameyek nivisand. 
أنا كتبت رسالة .
Te nameyek nivisand. 
أنت كتبت رسالة .
Wî/wê nameyek nivisand. 
هو كتب رسالة ، هي كتبت رسالة .
Me, we, wan nameyek nivisand.
نحن ،أنتم وهم /هن كتبنا رسالة .
...............
B- dema niha :
ب- الزمن الحاضر :

Ez nameyekê dinivisînim. 
أنا أكتب رسالة .
Tu nameyekê dinivisînî. 
أنت تكتب رسالة .
Ew nameyekê dinivisîne.
هو / هي يكتب / تكتب رسالة .
Em,hûn û ew nameyekê dinivisînin. 
نحن نكتب ،أنتم تكتبون ،هم /هن يكتبون،يكتبن (رسالة ).
..............
C- dema wê bê:
ج- الزمن المستقبل :
Ezê nameyekê binivisînim 
سوف أكتب رسالة .
Tuyê nameyekê binivisînî. 
سوف تكتب انت رسالة .
Ewê nameyekê binivisîne.
هو / هي سوف يكتب / تكتب رسالة .
Emê, hûnê û ewê nameyekê binivisînin. 
نحن سوف نكتب ، أنتم سوف تكتبون ، هم سوف يكتبون / هن سوف يكتبن.

20.7.19

Cinavên kesîn - kesane - di kurmancî de

Cinavên kesîn

Danasîn:
Cinav, peyvin ji bo ku nav di hevokê de pir netên dubare kirin an jî ew nav neyên gotin tên nivîsandin û cihê wan digrin.
Wek nimûne:
Azêd name nivîsand.
Di vê hevokê de du nav hene, yek Azad e û yek jî name ye.
Li şûna wan her du navan em kanin peyvin din binivîsin, ji wan Peyvan re cinavên kesîn- kesane- tê gotin, hevok bi vî şêweyî çê dibe:
1- Wî name nivîsand.
2- Azêd ew nivîsand
3- Wî ew nivîsand.
Peyvên: Wî, ew di hevokên jorin de cinavên kesan jê re tê gotin.
Cureyên cinavên kesane.
A- cinavên kesane yên xwerû - sade -
B- cinavên kesane yên tewandî- çemandî.
a- cinavên kesane yên xwerû:
Ev cure ji cinavên kesane yên xwerû şeş in, sisê jê yekjimar in ew jî ev in: 
Ez
Tu
Ew
Û sisê jî geljimar- pirjimar- in ew jî ev in:
Em
Hûn
Ew.
Cinavên xwerû bi lêkera " bûn"ê re van qertafan werdigirin:
1- Eger bêje bi tîpeke dengdar bi dawî bibe, cinav van qertafan distînin:
Ez....im
Tu...î
Ew...e
Em, hûn û ew in.
b- Lê eger bêje bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe, ew van qertafan werdigirin:
Ez ....me
Tu...yî
Ew....ye
Em, hûn û ew ne.
Çend nimûne:
1- dema bêje bi tîpeke dengdar bi dawî  bibe:
Ez kurd im
Tu kurd î
Ew kurd e
Em,hûn û ew kurd in
Ez hunermend im
Tu hunermend î
Ew hunermend e
Em, hûn û ew hunermend in
2- dema bêje bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe:
Ez mamoste me
Tu mamoste yî
Ew mamoste ye
Em hûn û ew mamoste ne.
Têbîn: wek di hevokên jorîn de xuya dike qertafên kesan cuda- dûrî navan- hatine nivîsandin.
Lê bi lêkeran re qertafên kesan bi lêkerê ve tên nivîsandin.
Wek nimûne:
Ez çîrokekê dixwînim.
Tu çîrokekê dixwînî.
Ew çîrokekê dixwîne.
Em, hûn û ew çîrokekê dixwînim.
Li jor di peyva- lêkera- xwendinê de qertafên kesan ( im, î, e, in) bi lêkerê ve hatine nivîsandin.
b- Cinavên kesane yên tewandî:
Ew jî ev in:
Min
Te
Wê/ ji bo mê
Wî/ ji bo nêr 
Me
We
Wan
Min, te, wê- wî yekjimar in.
Me, we û wan pirjimar- geljimar- in.
Çend nimûne li ser cinavên kesane yên tewandî:
Bavê min mamoste ye.
Birayê min karmend e.
Hêvar hevala te ye?
Pirtûka te li kû ye?
Diya Hêvarê çû bajêr.
Diya wê çû bajêr.
Bavê Şivên cotkar e.
Bavê wî cotkar e.
Welatê me dagîrkirî ye.
Mala me li navendan gund e.
Gundê we mezin e.
Di baxçê wan de gelek cure ji dar û beran hene.
Dengê wan hunermendan pir xweş e.
......
Bi hêvî me ku wane li gor dilê we be.
Ta waneyeke din bimînin di xweşiyê de.
Osnabrück, 19.07.2019



 

7.9.18

NAVDÊR
  


الأسماء في اللغة الكردية
Her tiştek bi navekî tê nasîn,di warê rêzimên de ji navên(Tişt,mirov,lawir û raman re) navdêr tê gotin .
كل شيء يعرف باسم , وفي المجال اللغوي يفيد الاسم في تسمية الأشياء ,الإنسان , الحيوانات والأفكار .
Navdêr bêjeyeke guhêrbar e ,nîşandekên tewang û veqetandekê distîne û tê tewnadin,bi alîkariya wan mêjer,bînahî,nebînahî û zayenda navdêran tê nasîn.
الاسم عبارة عن كلمة معربة أي أنها تأخذ علامات الإمالة والتعريف وهي قابلة للتصريف ,بمساعدة تلك العلامات تتم معرفة كل من عدد,معرفة و نكرة وجنس الأسماء:
1- Li ser tewangê:
Pisîkê xwarina Azêd(Azadî) xwar,zarokan jî dan dû
ê,î,an هي عبارة عن علامات الإمالة بمساعدة هذه العلامات يمكن معرفة عدد , جنس تلك الأسماء حيث (ê)عبارة عن علامة أو ملحق للمفرد المؤنث و(î) عبارة عن علامة أو ملحق للمفرد المذكر
و(an) عبارة عن علامة أو ملحق لجمع الجنسين
ملاحظة : في الأسماء المذكرة والتي تحوي حرف ( a ,e ) يستبدل بالحرف (î) وهو الرمز الدال على إمالة الاسم المذكر .
2- Li ser veqetandekê :حول التمييز
Nimûne:مثال
Kewê me nikil sor e,mariya me jî çav reş e,kewên we jî wilo ne ?
هنا الحرف (ê)عبارة عن علامة التمييز للاسم المفرد المذكر .(Kewê).
والحرف (a) هو عبارة عن علامة التمييز للاسم المفرد المؤنث .(mariya).
أما الحرفان (ên) فهما علامة التمييز لجمع الجنسي ( Kewên).
أشكال الأسماء cureyên(Şêweyên) navdêran
A - من حيث المعنى :للأسماء شكلان :
1- الأسماء المعرَّفة :Navên bernas
Mirovekî yan tiştekî bi tenê destnîşan dikin
تدل على إنسان أو شيء معروف بحد ذاته .
والأسماء المعرَّفة هي :
1- Navên malbat,êl,netew,û xaknîgariyê
أسماء العائلات و العشائر ,الأقوام والأسماء الجغرافية.
Şêxanî,Amkî,Kurd,Ereb ,Çiyayê Kurmênc,Ararat.
2- Navdên Celeban :
Ev cure celebekî didin
أسماء الأنواع وهي تدل على نوع واحد , وتقسم بدورها الى قسمين
nasîn ,ew jî parve du beşan dibin:
1- Navên Şênber : الأسماء المادية :وهي تدل على الأسماء المحسوسة والمرئية
Ew navên tiştên berçav, ên têne dîtin û parmistin destnîşan dikin: Çiya, dar, mal,mirov,ba, germahî .
2- Navên razber :الأسماء المعنوية وهي تدل على الأسماء الغير المرئية والغير المحسوسة والتي تعرف عن طريق الفكر والعقل مثل :
الحرية :Azadî
الفكر Raman
شعور Hest
ب- من حيث البنية:
تقسم الأسماء إلى ثلاثة أقسام:
1- الأسماء البسيطة: يد Dest ، عين çav ، سمك masî
2- الأسماء المصاغة: Destek مساعدة ، مراقب çavdêr
3- الأسماء المركبة:
Kerguh الارنب ... سمك الحنكليش Marmasî
المراجع :
Nasîna Rêziman Kurdî ,Ji bengehên Rêzimana Kurdî(Dr.Mihemedî
من أسس قواعد اللغة الكردية (النص الكردي الدكتور محمد عبدو علي ) الترجمة الى العربية (المهندس : محمد طوبال حمو

Waneya yekem.
الدرس الاول.
Kesandina lêkera "bûn" ê
تصريف فعل الكون في الأزمنة :
1-الحاضر
2-الماضي
3-المستقبل
1_في زمن الحاضر .
1- ينتهي الفعل في زمن الحاضر بهذه النهايات:
1-Im,me ji bo kesê yekem ê yekjimar.
Ez kurd im
Ez Azad im, navê min Azad e.
Ez azad im: Ez serbest im, ne dîl û kole me.
المثال الأول : اسمي آزاد
المثال الثاني: أنا حر،طليق، لست عبدا
2- kesê duyem (diwem) :Î , yî
Tu kurd î
Tu Azad î
Tu azad î
3- kesê sêyem yê yekjimar:
Ew kurd e
Ew Azad e
Ew azad e
4- ji bo hersê kesên pirjimar:In
Em,hûn û ew kurd in
Em,hûn û ew azad in.
وذلك عندما لاينتهي الاسم أو الصفة بحرف صوتي.
2-أما إذا انتهى الاسم أو الصفة بحرف صوتي فيصرف الفعل كالتالي:
Ez mamoste me
أنا اكون أستاذ.
Tu mamoste yî
Ew mamoste ye.
4- ji bo hersê kesên pirjimar: ne.
Em , hûn û ew mamoste ne.
**********
Çend nimûne li ser lêkera bûnê:
بعض الأمثلة على فعل الكون:
Zimanê kurdî dewlemend û ciwan e.
اللغة الكردية غني وجميل
Welatê me bin dest e(ew)
وطننا محتل.
Rojîn keçeke jêhatî ye(ew)
روژين فتاة مجتهدة.
Tu xortekî jîr î.
أنت شاب نشيط ،شاطر.
Em kurd bin dest in.
نحن الكرد مستعمرون .
Ev guleke sor e.
هذه وردة حمراء.
Dara Çinarê mezin e.
شجرة الدلب كبيرة.
*****
يتبع.
Dumahîk heye

3- Kesandina lêkera " Hebûn" ê
3-تصريف فعل الملك.
1.1-K.bi cinavên kesane re,
A- dema niha
1.1- التصريف مع الضمائر الشخصية.
A-الزمن الحاضر.
Ez heme
Tu heyî.
Ew heye.
Em hene
Hûn hene
Ew hene
B- dema borî .
B- الزمن الماضي.
Ez hebûm.
Tu hebûyî.
Ew hebû.
Em hebûn
Hûn hebûn
Ew hebûn.
C- dema wêbê/ bê.
C- زمن المستقبل.
Ezê/dê hebim.
Tuyê/dê hebî
Ewê/dê hebe
Emê / dê hebin
Hûnê/ dê hebin
Ewê/ dê hebin.
1.2- Kesandin bi kes û tiştan re.
1.2- التصريف مع الأشخاص والأشياء.
A- dema niha.
A- زمن الحاضر
Sê birayên min hene.
عندي ثلاث إخوة .
Malek min li gund heye.
عندي بيت في القرية .
Çend xwîşkên te hene?
كم أخت عندك ؟
Pirtûka Kurd û Kurdistan li ba te heye?
ألديك كتاب كرد وكردستان؟
Çar dar Hinarê di hewşa Azêd de hene.
هناك أربع شجرات الرمان في دار آزاد.
Darek Çinarê ya mezin li bin gundê Heçîka heye .
هناك شجرة دلب كبيرة أسفل قرية حجيكا.
Çend dar Hejîrê li nav gundê we hene.
كم شجرة تين توجد داخل قريتكم ؟
Pênc dar Hejîrê li nav gundê me hene.
هناك خمس شجرات تين داخل قريتنا.
Çi pir di her çar parçeyên Kurdistanê de heye?
ماهو أكثر الأشياء تواجدا في الأجزاء الأربعة من كردستان؟
Di Kurdistanê de, rûbar , çiyayên bilind، deştên berhemdar pir hene.....hwd.
أكثر الأشياء تواجدا في الأجزاء الأربعة من كردستان ، هي : الأنهار، الجبال العالية السهول الخصبة....الخ.
Çend bajar bi navê Efrînê li Kurdistanê hene?
كم مدينة باسم عفرين توجد في كردستان؟
Li Kurdistanê، bajarek tenê bi navê Efrînê heye.
في كردستان، هناك مدينة واحدة باسم عفرين

20.7.18

www.bloger.com

Taybetmendiya hin tîpên zimanê kurdî.
خصوصية بعض الاحرف اللغة الكردية.
1_ Eger tîpên ( î, ê) berî tîpa ( y) ê di bêjeyekê de hatin ew tîp Kurt dibin û bi tîpa ( I) tên guhartin.
1_ اذا جاء الحرفان ( î, ê) قبل الحرف ( y) يتحولان الى الحرف( I)
Nimûne: امثلة.
Î:
Rovî >>> Rovî + y = Roviyê Xapînok.
الثعلب الماكر.
Derî >>> Derî + y = Deriyê mala me mezin e.
باب بيتنا كبير.
Tilî >>> Tilî + y = Min tiliya xwe birîn kir
انا جرحت اصبعي.
Xanî >>> Xanî + y = Xaniyê me bilind e.
منزلنا عال......
Ê:
Dê >>> Dê + y = Diya me ya mezin Kurdistan e.
أمنا الكبيرة هي كردستان.
Rê: Rê + y= Riya me dûr û dijwar e.
طريقنا طويل وصعب.
Pê: >>> Pê + y = Piyên min diêşin.
تؤلمني قدماي.
......................
Dûmahîk heye.
للدرس تتمة.
....................
Bi hêvî me ku ev wane li gor dilê we be.

20.5.18

Zimanê kurdî

Kesandina lêkera "bûn" ê
تصريف فعل الكون في الأزمنة :
1-الحاضر
2-الماضي
3-المستقبل
1_في زمن الحاضر .
1- ينتهي الفعل في زمن الحاضر بهذه النهايات:
1-Im,me ji bo kesê yekem ê yekjimar.
Ez kurd im
Ez Azad im, navê min Azad e.
Ez azad im: Ez serbest im, ne dîl û kole me.
المثال الأول : اسمي آزاد
المثال الثاني: أنا حر،طليق، لست عبدا
2- kesê duyem (diwem) :Î , yî
Tu kurd î
Tu Azad î
Tu azad î
3- kesê sêyem yê yekjimar:
Ew kurd e
Ew Azad e
Ew azad e
4- ji bo hersê kesên pirjimar:In
Em,hûn û ew kurd in
Em,hûn û ew azad in.

وذلك عندما لاينتهي الاسم أو الصفة بحرف صوتي.
2-أما إذا انتهى الاسم أو الصفة بحرف صوتي فيصرف الفعل كالتالي:
Ez mamoste me
أنا اكون أستاذ.
Tu mamoste yî
Ew mamoste ye.
4- ji bo hersê kesên pirjimar: ne.
Em , hûn û ew mamoste ne.
**********
Çend nimûne li ser lêkera bûnê:
بعض الأمثلة على فعل الكون:
Zimanê kurdî dewlemend û ciwan e.
اللغة الكردية غني وجميل
 Welatê me bin dest e(ew)
وطننا محتل.
Rojîn keçeke jêhatî ye(ew)
روژين فتاة مجتهدة.
Tu xortekî jîr î.
أنت شاب نشيط ،شاطر.
Em kurd bin dest in.
نحن الكرد مستعمرون .
Ev guleke sor e.
هذه وردة حمراء.
Dara Çinarê mezin e.
شجرة الدلب كبيرة.
*****
يتبع.
Dumahîk heye

10.4.17

أصل ومنشأ الشعب الكردي


أصل ومنشأ الشعب الكردي

..............................

تشير الآثار والدلائل التاريخية بأنَّ  وطن الكرد "كردستان" منذ العصور القديمة جداَ كان مؤهولاَ. وجاء ذكرهم في القصة التاريخية للنبي "نوح" ,بأنَّ الجبال وبراري كردستان نواة المهد الثاني  للحضارة البشرية.

وتقول الأبجاث والدلائل الحديثة أيضاَ,بانه ومنذ فجر التاريخ ,أي منذ بداية الألف الثالث قبل الميلاد ,كانت المناطق الجبلية الواقعة شمال وشرق بلاد مابين النهرين"ميزوبوتامية" أي جبال طوروس وزاكروس "وطن الكرد القديم والحالي" كانت مؤهولة من قبل شعوب قديمة ,وقد ذكرت أسماء تلك الشعوب في الوثائق السومرية ومن ثمَّ الآكادية .

وكان ذلك الشعب نشطا في جميع مراحل تاريخ ميزوبوتامية والشرق الوسط,وتعرف ذلك الشعب حاليا ب" الشعوب الجبلية" وتلك الشعوب هي التالية:

لولو,كاشي,جوتي,هوري,سوبارتو ,حاسي ............

ومن ثمَّ جاءت شعوب أخرى من مناطق شمال بحرالأسود وبحر قزوين وتوجهوا نحو المناطق الجبلية من منطقة الشرق الأوسط,مثل الشعوب: ماد,كيمر,سكيس .... وهناك اعتقاد كبير لدى العلماء المشهورين مثل "فلاديمير مينورسكي"و"سيدني سيمث و"محمد أمين زكي ,تقول بأنَّ تلك الشعوب الجبلية هي أجداد الكرد.

ومن ناحية عرق الشعب الكردي وأصل لغته : فإنَّ العلامَّة  محمد أمين زكي هكذا يفسره فيقول:

(كما يقول العرب بأنهم من أصل آكادي,الذين خرجوا في نهاية القرن "23" الثالث والعشرين قبل الميلاد من "شبه الجزيرة العربية",والأتراك يرجعون أصلهم إلى " قون" من سلالة "شانك يونغ" الذين كانوا يعيشون منذ القرن "28 " الثامن والعشرين قبل الميلاد في شمال بلاد الصين ,ونحن نستطيع أن نقول,بأنَّ شعوب جبال زاكروس مثل(كاشي ,سوبار,جوتي ,خالدي ,هوري),بأنهم أجداد الشعب الكردي الأقدم .

وبعد مرحلة العصور التاريخية ,أي منذ نهاية الألف الثاني قبل الميلاد, هاجرت قبائل محاربة من براري روسيا باتجاه مناطق البلقان ,أناضول,كردستان ,فارس والهند ,وتعرف هذه الشعوب في المصادر التاريخية باسم الشعوب الهندواوروبية ,أو تعرف بالشعب الآري .

وكانت لغة تلك الشعوب متقاربة , وتعرف باسم (مجموعة اللغات الهند- أوروبية ) , وبعد ان سيطرت الشعوب القادمة حديثا على شعوب وتجمعات جبال زاكروس ,انتشرت بذلك لغة تلك الشعوب القادمة واستخدمت من قبل شعوب المنطقة ,ولكن دخلت العديد من الكلمات للشعوب القديمة ضمن اللغة الجديدة .......)المصدر:محمد أمين زكي الجزء الأول ص 91/.

وأيضاَ على ضوء المعلومات الواردة في العديد من المصادر التاريخية,والعديد من أبحاث المؤرخين وعلماء السلالات البشرية "الانتروبولوجيا"الذين أجمعوا على هذه المعلومات ,نستطيع أن نستخلص :بأنَّ الشعب الكردي هو ناتج من تداخل شعوب زاكروس وطوروس القديمة ,ومن  الشعوب الذين قدموا الى تلك المناطق في الألف الثاني والأول قبل الميلاد.

.......................

المصدر: كتاب معرفة قواعد اللغة الكردية

المؤلف: الدكتور محمد عبدو علي باللغة الكردية.

الترجمة عن اللغة الكردية:مصطفى حنَّان .




zimanê me hebûna me ye

Her neteweyek bi zimanê xwe heye û pê nasîn, em li zimanê xwe xwedî derkevin, pê biaxivin, binivîsînin û pê bixwînin . Ziman hebûn e.